Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dewî de, 107 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Hevserokê desteya Tenduristiyê D.Ciwan Mistefa diyar kir ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî..
- 26 li Dêrik
- 19 li Hesekê
- 14 li Kobanê
- 13 li Qamişlo
- 13 li Tepqa
- 5 li Minbic
- 5 li Dêra Zorê
- 3 li Amûdê
- 3 li şehba
- 2 li Girkê Legê
- 2 li Çil Axa
- 2 li Reqa
Li gel van pêketiyan, D.Ciwan Mistefa eşkere kir ku 12 kes jî, ji vîrûsê baş bûn.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe 4 hezar û 845, ji wan 130 kes jiyana xwe ji dest daye û 744 kes jî başbûne.