HDP: Dewleta Tirk cîhadiyan weke arandin li dijî Ewropayê bi kar tîne

HDP’ê diyar kir ku dewleta Tirk penaber û cîhadiyan weke amûrekî arandinê li dijî Ewropayê bi kar tîne.

Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP’ê der barê polîtîkayên Tirkiyê yên li ser penaber û cîhatiyan de, daxuyaniyek da.

HDP’ê, meşên li Stenbol û Dîlokê yên li dijî Fransayê bi bîr xist û got:

Desthilata Erdogan, bi çalakiyên dijberiya Îslamî, komên selefî bi navê penaberan bi kar tîne.

Ev desthilat bi destê cîhadiyan peyamê dide Fransa û Ewropayê.

Lê ev çalakiyên ku bi navê penaberan tên kirin, herî zêde penaberan dike hedef”

Li gorî daxuyaniyê:

“Dewleta Tirk van koman diherikîne nava kolanan ji bo çavên dewletên Ewropayê bitirsînin û gefê li wan dixwin ku eger sînoran veke wê tundrew bigihêjin dewletên Ewropayê.

HDP’ê diyar kir ku ew ê ti carî van polîtikayan qebûl nekin û bang li hêzên siyasî yên Tirkî kirin ku li hember vê siyasetê xwedî helwest bin.

Back to top button