Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da

Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dagirkeriya Tirk li herêmê bi dawî bike.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got:

“Di 1’ê Mijdarê de jin û gelên azad daketin qadan û alên berxwedan û rûmetê hildan.

Şervanên YPJ û YPG’ê li Kobanê ji bo tevahî mirovahiyê li dijî fikrê tarî yê DAIŞ’ê şer kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, bi hewldana têkbirina vîna gel bû, nexasim vîna jinan.

Jin ji vê û şûn de venagere serdemên tarîtî û cehaletê.

Ji ber bi têkoşîn û berxwedana xwe kevirê bingehîn ên azadî û aştiyê danî”.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û dagirkeriya Tirk bi dawî bikin, ji ber sûcên wan ne kêmî yên DAIŞ’ê ne.

Back to top button