HPG: Li Heftanînê yek jê fermandar 6 dagirker hatin kuştin

Gêrîlalyên HPG’ê rojane derbên giran li Heftanînê artêşa Tirk a dagirker dixin.
HPG’ê ragihand ku li qada Xantûrê ya Heftanînê yek jê fermandar 6 dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyarkir ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 1’ê Mijdarê li qada Xantûrê ya Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Xaçê çalakî kirin.

Di encama çalakiyê de yek jê fermnadar 6 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin. Kepçeyeke ku rê çêdikir hatiye rûxandin.

HPG’ê diyar kir ku gêrîla li dijî şerê taybet ê artêşa dagirker malbatên welatparêz şiyar kir û got:

“Beriya niha bi demekê ji malbata hevrêya me Şîlan Polat a Colemêrgî re ragihandin ku keça wan şehîd bûye.

Lê belê ev îdîaya dewleta Tirk a mêtinger rast nîne. Hevrêya me Şîlan Polat li ser wezîfeya xwe ye.

Em bang li malbatên xwe yên welatparêz dikin ku hay ji nûçeyên şerê psîkolojîk ê dijmin û derewên wan hebe û pê nexapin.”

Back to top button