Joe Biden li pêşe lê di sindoqan de mereqek zêde heye

Piştî pêşbaziyeke zêde tenê rojek ji bo hilbijartinên serokatiya DYA maye.
Li seranserî welat heyecanek mezin heye.
Her çiqasî li gorî anketan Joe Biden li pêşiya Donald Trump e jî lê hê jî serkeftinek diyareker nîne.
Ji bo vê yekê jî çav lê ne ka wê sibe şev ji sindoqan kî derkeve.

Li DYA piştî gelek mehên propagandaya hilbijartinan, hefteya dawî jî hat û derbas bû.

Roja Sêşemê ne tenê li DYA, li çar aliyên cîhanê tê payîn ku bi milyonan kes bi rêya TV û malperên Înernetê li benda encamên hilbijartinê bin.

Di vê maratona hilbijartinan de, gelek rapirsî hatin çêkirin.

Herî dawî tora NBC bi rojnameya The Wall Street Journal re rapirsiyeke hevbeş çêkir.

Li gorî wê, dê Joe Biden ji sedî 52 û Donald Trump jî ji sedî 42 deng bi dest bixin.

Li piraniya welat, her çi qasî Biden 10 xalan li pêşiya Trump be jî, lê kesên “bêbiryar” dibe ku li eyaletên heyî rêjeyê bidin guhertin.

Ev yek jî dihêle gotina Biden wê qezenc bike zehmet bibe.

Li welat, serok ji delegeyên li eyaletan tên qezenckirin, diyar dibe.

2016’an namzeta Partiya Demokrat Hillary Clinton li seranserî welat ji Trump zêdetir deng standibû, lê ji ber kêmbûna delegeyan di hilbijartinê de bi bin ketibû.

Ji bo kesek bibe serok, divê ji 538 delegeyan herî kêm 270’ê yan qezenc bike.

Ji ber vê yekê, namzetan hewla xwe zêde kirine.

Trump di nava 2 rojan de, 10 mitîng pêk anîn, Biden jî hemû giraniya xwe daye ser 20 delegeyên li Pensîlvanya.

Eger hat û Trump di hilbijartinan de bi ser neket, wê ev yek bibe ji sala 1992 ve yekem serokê ku di hilbijartinên li welat de, cara duyemîn bi ser nakeve.

Her wiha di hilbijartina sibe de, wê ji bo beşekî Meclisa Nûneran û Seneto jî deng were bikaranîn.

Heta niha, beriya hilbijartinê zêdeyî 90 milyon deng hatine bikaranîn.

Ev yek jî tê wateya rêjeya herî bilind.

Tê payîn, rêjeya tevlîbûna hilbijêran di hilbijartinê de dê ya 1908’an derbas bike.

Back to top button