Heyva Sor a Kurdistanê dest bi kampanya peydakirina cîhazên bêhngirtinê kir

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kampanya peydakirina cîhazên bêhngirtinê kir.

Hevya Sor a Kurdistanê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê peydakirina alavên dermankirinê û xweparastina ji vîrûsa Coronayê kêm in.

Hat destnîşankirin ku ji bo dermankirina kesên bi vîrûsa Coronoyê dikevin alava herî girîng cîhaza bêhngirtinê ye.

Hevya Sor a Kurdistanê got ku ji bo Rojava wek gava pêşîn 100 cîhazên bêhngirtinê pêwîst dike, ku buhayê wê biqasî 2 mîlyon û 300 hezar Euro ye.

Hevya Sor a Kurdistanê ji bo peydakirina van cîhazan kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û bang li hemû alîkarxwazan kirin ku destekê bidin vê kampanyayê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kesên dixwazin bibin alîkar bi rêya lînka ser ekranê xwiya dike, dikarin agahiyên têkildar peyda bikin.

Back to top button