FERMANDAREK PÊŞMERGEYAN: BI DIRÊJIYA 35 KM ERD LI IRAQÊ DI DESTÊ DAIŞ’Ê DE HEYE

Yek ji fermandarên pêşmergehan li bajarokê Kifrî, diyar kir ku dinavbera bjarokê Kifrî û navçeya Xurmato de deverek 35 km bi dirêjî û 6 km firehî di destê çeteyên DAIŞ’ê de heye.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha sala 2017’an û şûn de li derdora navçeya Xurmato ya parêzgeha Diyala û bajarokê Kifrî ya Germiyan liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.

Çeteyên DAIŞ’ê li van deveran gelek caran êrîşên xewkuj pêkanîn.

Li gorî agahiyan çeteyan li van deveran çend gundên bajarokê Zinane ve dagirkirine.

Navê wan gundan jî wiha ye:

Gundê Tawêr Kewe, Şuraw, Pelkaney Salim û Seydekan, Xere, Duracî, Belgey Xwaruw û navçeya Qurî Çayî ne”.

Ev gund 15 km durî bajarokê Kifrî ne, 5 km ji Xurmato durin.

Çeteyên DAIŞ’ê li deverekî çiyayî û asê de bicîh bûne.

Ji fermandarên hêzên pêşmergeyan li bajarokê Kifrî ku nexwest navê xwe eşkere bike têkildarî mijarê axivî.

Fermandarê Pêşmergeyan destpêka axavtina xwe de got:

“Dinavbera bajarokê Kifrî û navçeya Xurmato de deverek bi qasî 35 km dirêjî û 6 km firehî di destê çeteyên DAIŞ’ê de maye. Ev herêm dikeve dinavbera hêzên pêşmerge û hêzên Iraqê de, lê zêdetir nêzî artêşa Iraqê ye”.

Fermandeyê pêşmergeyan têkildarî hejmara çeteyan li van herêman wiha anî ziman:

Ev komên ku li vê herêmê dimînin paşmayên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Ew komên ku ji beriya niha li vê herêmê xwe wekî koma Al Spî’yan nîşandabûn jî heman çete ne.

Ji bo xwe nêzî gel bikin û baweriya gel biwan were ev nav li xwe kiribûn.

Hejmara van çetan gelek caran digihije 250 kesan hinek caran jî kêmtir dibin.

Di destê van koman de wekî çekên giran tenê du doşk hene.

Têkildarî pilanek a paqijkirina van komên çete ji vê herêmê, Fermandeyê pêşmergeyan got:

“Fermandeyên leşkerî hatine herêmê çavdêrî kirine û vê rewşê bi çavê xwe dîtine.

Lê heya niha ji bo paqijkirina van komên çete tu pilanek operasyonê nehatiye kirin.”

Leave a Reply

Back to top button