Li Hesekê dest bi belavkirina mazotê hatiye kirin

Li bajarê Hesekê dest bi belavkirina mazotê li ser şêniyan hatiye kirin.

Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê bi sehricên xwe yên mazotê dikevin taxan û li gorî karta ji aliyê Rêveberiya Sotemeniyê ve hatiye derxistin, mazotê belav dike.

Derbarê majarê de, endamê Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê, Salih Mihemed, got ku ji her malbatekê re 440 lître tê dayîn, û buhayê her lîtreyekî 75 lîreyê Sûrî ye.

Salih Mihemed da zanîn ku heya niha 15 milyon lître mazot hatiye belavkirin ku gihaye 35 hezar malbatî.

Tê payîn ku heta dawiya vê mehê, belavkirina mezotê bi dawî bibe.

Back to top button