DAIŞ’ê li paytexta Efganistanê Kabulê êrîş kir, 22 kes mirin

Di êrîşa li ser zanîngeheke ya li paytexta Efganistan Kabîlê de bi kêmanî 22 kes mirin. Çeteyên DAIŞ’ê êrîş li xwe girt.

Bi bombeyeke zindî li zanîgeha Kabulê êrişek pêk hat û piştre jî 2 sekvan xwendekar kirin hedef.

Li zanîngahe herî mezin a welat di navbera hêzên ewlekarî û êrîşkaran de bi saetan şer qewimî.

Li gorî çavkaniyên Wezareta Karê Hundir, 3 êrişkar bûn. Kesekê bombeya li ser xwe teqand, 2 yên din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê li xwe girt de, xwendekar jî di nav de bi kêmanî 22 kes mirin, 22 jî birîndar bûn.

Serokkomar Eşref Ganî, ragihand ku wê tola xwendekarên bê guneh hilînin.

Ganî got: “Wê ev êriş bê bersiv nemîne, bersiva vê wê bê dayîn.

Back to top button