Li navenda Viyanayê êrîşeke çekdarî

Li navenda paytexta Avûstûrya Viyanayê êrîşeke çekdarî pêk hat, Kesek mir û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî polîsê Viyanayê û medya Avûstûryayê li navenda bajêr dengê çekan hatiye bihîstin.

Polîs di daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê parvekirî de dibêje, “Birîndar hene, ji hemû cihên giştî û wesayîtên weguhestinê yên komî dûr bisekînin.”

Rojnameya Falter xwe dispêre Wezareta Karên Hindur û radigihîne ku di wê êrîşê de kesek miriye.

Rojnameya Kronen Zeîtûngê jî diyar kir ku dengê çekan li kolanekî ya dikeve sînagoga bingehîn a paytextê hatiye bihîstin.

Gelek medyayên din jî nivîsandine ku dengê çekan li hawîrdora sînagogê hatiye bihîsrtin.

Her wiha hin îdea hene ku dibêjin li hemberî navendekî civaka Yehûdî jî êrîş pêkhatiye.

Li gorî ajansa APA’yê Wezareta Karên Hindurîn diyar kiriye ku yek ji êrîşkaran hatiye kuştin û yê dîtir jî reviyaye.

Back to top button