Arêz Ebdullah: Daxuyaniya Barzanî rûdana şerê navxweyî nîşan dide

Serokê Partî Demokratî Kurdistanî Mesûd Barzanî duh bi daxuyaniyekê PKK tawanbar kir ku li herêmê aloziyan derdixe. Di vê derbarê de, bang û nerazîbûn derketin. Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arêz Ebdullha anî ziman ku bi daxuyaniya Barzanî re, dengê şerekî nû tê. Parlementerê Iraqê Serkewt Şemsedîn jî diyar kir ku “bêhna xwînê ji peyama PDK’ê tê”.

Serokê Partî Demokratî Kurdistan Mesûd Barzanî piştî banga KCK’ê ya diyalog û pêşîgirtina li şerê navxweyî yê Kurdî, daxuyaniyeke belav kir.

Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Arêz Ebdullha li ser hesabê xwe yê Facebookê der barê peyama serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya şerxwaziyê de axivî.

Arêz Ebdullah peyam wiha şîrove kir:

“Dîsa bêhna şerekî navxweyî tê.

Tevgera PDK’ê ya li Behdînanê, rûdana şerekî nîşan dide.

Dibe ku her kêlî şer rû bide.”

Arêz Ebdullah dibîne ku wê ne PDK, ne jî PKK; tiştekî ji vî şerî bi dest bixin.

Li gorî Arêz, divê PDK û PKK li hev rûnin, bi doyalogê pêşî li rûdana şer bigirin û dilê dagirkeran û bi rijîna xwîna Kurdan xweş nekin.

Serkewt Şemsedîn: Bêhna xwînê ji daxuyaniya Barzanî tê

Parlementerê Iraqê Serkewt Şemsedîn jî li ser peyama Mesûd Barzanî axivî û got:

“Di peyama Barzanî de, ji bilî behaneyên şer û êrîşa li dijî PKK’ê tiştek tune ye.

Bêhna xwînê ji peyama Barzanî tê.

Hebûna malbata Barzanî, bi hebûna dagirkerî û afirandina qeyranan ve girêdayî ye.”

Back to top button