Siyasetmedar Yûsif Dîbo: PDK’ê bi dijberiya PKK’ê, dewleta Tirk razî dike

Siyasetmedarê Kurd Yûsif Dîbo diyar kir ku yê dijberiya PKK’ê bike, zirarê digihîne tevahî gelê Kurd.

Dîbo anî ziman ku dijmin dizane wê PKK’ê Kurdistanê rizgar bike, ji lewra şerê wê dike.

Yûsif Dîbo diyar kir ku PDK’ê bi van kirinên xwe şaştiyên mezin dike û dema dijminatiya PKK’ê dike, dewleta Tirk razî dike.

Dîbo da zanîn ku ev şaştî, wê bibe sedema şerê birakujiyê û got:

“PDK’ê dibîne ku ew bi alîkariya dewleta Tirk heye û eger piştgiriya Tirkiyê neke, wê bi dawî bibe.”

 

Back to top button