“Hevserokatî fikr û projeyek e û sînorê pêkhateyekê derbas kir”

Endamên rêveber ên saziyên civaka sivîl ên Reqayê nerazîbûna xwe derbarê daxwaza ENKS’ê a rakirina pergala hevserokatiyê nîşan da û diyar kir ku pergala hevserokatiyê, sînorê pêkhateyekê derbas kiriye û bûye minareya demokrasî û nûnertiya rastîn a jinan di qadên xebatê de. Ji lew re li gorî wan, divê ev destkeftî were parastin.

ENKS’ê pergala hevserokatiyê naxwaze û li hemberî vê daxwazê bertek û nerazîbûn zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de, hin endamên rêveber ên Saziyên Civaka sivîl ên Reqayê nerînin xwe bi par ve kirin.

Hevseroka Yekîtiya Kelûpelên Xwarinê ya Reqayê Alaa Elî diyar kir ku pergala hevserokatiyê sînorê pêkhateyekê derbas kiriye.

Li gorî Alaa Elî, divê destkeftî werin parastin û nekevin xizmeta ajandeyên herêmî yan jî navneteweyî û tu çîneke civakî neyê bidûrxistin.

Endamê rêveber ê saziyên civaka sivîl Zahir Abdullah jî, da zanîn ku ne tenê Kurd bi vê têgehê ve girêdayî ne, lê belê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gorî Zahir Abdullah, armanc ji van daxwazan, çewisandina destkeftiyên gelên herêmê ye.

Di heman mijarê de, Hevseroka Yekîtiya Kedkaran a Reqayê Rodîn Mihemed jî axaftina xwe hebû.

Rodîn dibêje:

“Pergala hevserokatiyê, bûye minareya demokrasî û nûnertiya rastîn a jinan di qadên xebatê de.

Endamên rêveber ên saziyên civaka sivîl ên Reqayê di dawiyê de teqez kir ku rihê hevkarî û hebûna jinan di tevahî qadên xebatê de, berhemên pêkanîna pergala hevserokatiyê ye a ku Rêveberiya Xweser li ser hatiye avakirin.

Back to top button