Aliyên Lîbî li hundirê welêt pêkanîna agirbestê nîqaş dikin

Piştî ragihandina agirbesteke mayînde di civînên Cinêvê de, aliyên Lîbî bo pêkanîna vê agirbestê nîqaş dikin.

Piştî bidawîbûna rûniştina yekê ya danûstandinên ku li bajarê Xedamis ê Lîbyayê hatiye lidarxistin, şandera NY a li Lîbyayê Stephanie Williams ji çapemeniyê re axivî.

Stephanie Williams ragihand ku komîteya leşkerî ya Lîbî ya hevbeş pêşketineke baş di danûstandinan de bi dest xist.

Li gorî Stephanie, ev pêşketin wê xizmeta pêvajoya siyasî ya li Tûnisê jî bike, lê behsa ti xalên pêkanîna agirbestê nekir.

Şandera NY diyar kir ku ew ê hûrguliyên vê yekê di rûniştina sibe de vebêjin.

Ev yekemîn car e, danûstandin li hundirê Lîbyayê çêdibin, ku berî niha 4 caran li derveyî welat pêk hatine.

Ev yek jî di demekê de tê ku, 9ê vê mehê aliyên Lîbî xwe ji foruma “diyaloga siyasî” ya li Tûnistê re amade dikin.

Back to top button