Malbatên Mexmûrê: Divê Asayîşa PDK’ê zarokên me berdin

Malbatên Mexmûrê yên ku zarokên wan ji aliyê Asayişa PDK’ê ve hatine girtin, banga berdana zarokên xwe kir. Mabatên girtiyan diyar kir ku heya niha wan ti agahî ji zarokên xwe negirtine û ev yek ne exlaqî û ne jî qanûnî ye.”

Ev salek û 4 meh in ku PDK’ê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) doropêç kiriye.

Li gel dorpêçê, li Hewlêrê zêdeyî 20 karker û xwendekar ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatine girtin û heta niha agahî ji gelekan nayê girtin.

Malbatên Mexmûrê yên ku zarokên wan ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin, ji ajansa nûçeyan a Rojnews re axivîn û banga berdana zarokên xwe kir.

Bavê Eşref Korhan yê di 26’ê Îlonê de li ser rêya Hewlêrê hate girtin, Qodbedîn Korhan di derbarê girtin kurê xwe de got:

“Siyaseta ku niha Tirkiye û PDK dide meşandin yek tişt e, Enqere li Bakur Kurdistanê gelê walatparêz digire, PDK jî li Başûrê Kurdistanê heman tiştî dike.

Kurê min ji bo kar derbasî Hewlêrê bû, ti sûcek li beramber ti kesekê ne kiriye û bê sûc û sedem hate girtin. ”

Bavê Xurbet Tunç ya di 10’ê Cotmehê de li ser rêya Hewlêrê hate girtin, Mihemed Tunç jî destnîşan kir ku piştî girtina keça wan, agahî jê nehatiye girtin û ji rewşa wê bi-guman in.

Mihemed Tunç da zanîn ku keça wî û 4 jinên din li gel xwedîyê otombilê ku dixwest biçe Hewlêrê, di rê de bê sûc û sedem hatin girtin.

Tunç bang li kesên berpirs kir ku di demeke nêz de agahiyek ji zarokên xwe bigirin û werin berdan, ji ber ti sûc li beramberî ti kesî nekirine.

Back to top button