LI EFRÎNÊ 7 ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ REVANDIN

Binpêkirinê çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê der heqê sivîlan de didomin.

Çeteyan 7 şêniyên Efrînê revandin.

Malpera AFRINPOSTê ragihgand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê qaşo polîsa Leşkerî derbasî şîrketa avê ya Efrînê bûn û şêniya bi navê Leyla Qeblan revand.

Li gorî agahiyan, ew birin navenda ewlekariyê ya li navçeya Raco bi hiceta ku ew berê bi Rêvebriya Xweser re kar dikir.

Çavkaniyê diyar kir ku Leyla berî du mehan bi heman hicetê hatibû revandin.

Çeteyên bi navê qaşo istixbartên leşkerî jî duh 5 şêniyên bi navên

Ehmed Oso

Şiyar Xelîl

Esmehan Casim

Darîn Qasim

û Elyaa Mela Reşîd ji heman şîrketa revandin.

Li aliyekî din jî Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk şêniyê bi navê Doran Umer Ebrûş ji gundê Basûta yê navçeya Şêrawa revand.

Heta niha sedema revandinê nehatiye diyarkirin.

Leave a Reply

Back to top button