Neumann: Erdogan berpirsê êrîşên li Fransayê ye

Ji pisporên zanista siyasetê a London College King’s ya Brîtanyayê Peter R. Neumann diyar kir ku Erdogan berpirsyarê êrîşên li Fransayê ye.

Neumann ku ji rojnameyeke Alman re axivî, buyerên ku vê dawiyê yê şidetê li Fransayê rû didin nirxand. Neumann da zanîn ji ber rewşa niha ya ku derketiye holê Erdogan berpirsyar e û got;

“Çendî Erdogan rasterast banga çalakiyên şidetê nekiribe jî lê ji bo gurkirina vê rewşê bi zanebûn bi Macron re kete nava pevçûnê. Ji bo ku Erdogan ji alîgirê xwe hê zêde piştgiriyê bigire serî lê vê rê yê da.

Neumann destnîşan kir ku li Almanyayê jî 600 îslamîstên xeter hene û dibe ku êrîşên bi heman rengî li Almanyayê jî pêk were û got, Li Almanyayê jî xetere mezin e.

Back to top button