KJK’ê: Divê biryara darvekirinê ciwanên Kurd bê betalkirin

Koordînasyona KJK’ê têkildarî biryara darvekirinê ku li Başûrê Kurdistanê li Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er hatiye birîn daxuyaniyek nivîskî weşand.
KJK’ê ev biryar şermezar kir û bang li Nêçirvan Barzanî kir ku vê biryarê betalbike.

Koordînasyona Komela Jinên Kurdistan KJK’ê têkildarî biryara darvekirinê ya li Başûrê Kurdistanê li Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er hatiye birîn daxuyaniyek weşand.

KJK’ê di daxuyaniya xwe diyar kir, biryara ku ji ber kuştina mirovên destê wan di xwîna ciwanên Kurd de heye hatiye girtin, biryareke li derveyî wijdan û exlaqê mirovahiyê ye.

KJK’ê got:

Ev biryar ji aliyê faşîstê Erdogan ve hatiye girtin û yê ku pêk tîne jî PDK ye.

“Ti pêwendiya vê biryarê bi welatparêzî û netewetiyê re nîne. Biryara darvekirinê sûcekî li dijî mirovahiyê ye, li derveyî pîvanên mirovahiyê ye. Lewma di asta cîhanî de li dijî biryarên bi vî rengî têkoşîn tê dayin”

KJK’ê anî ziman ku welatparêzên ku xwe kurd dibînin, divê li ber biryara darvekirinê rabin û dengê xwe bilin bikin û wiha domand:

“Divê xwedî li her du malbatên ciwanan derkevin û bi xurtî tevlî pêngava wan a ji bo her du ciwanan bibin. Bi taybetî divê jin û her dayik cihê xwe li gel wan her du dayikan bigirin û wan bi tenê nehêlin.”

Koordînasyona KJK’ê di dawî de bang kir ku divê rêxistin, saziyên jinan, saziyên mafên mirovan, kesayet, rewşenbîr, ciwan û bi taybetî jî tevgerên jinan ên li Başûrê Kurdistanê li dijî vê biryarê têbikoşin û nehêlin ku biryar bi cih bê anîn.

Di heman demê de bang li serokê Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî kir ku mohra xwe danîne li ser biryara darvekirinê, ji ber ku îmzekirina vê biryarê bi ti awayî xizmeta gelê kurd nake.

Back to top button