Elî Kerîmî: Daxuyaniya Barzanî li gorî armancên dewleta Tirk bû

Siyasetmedar Elî Kerîmî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk ya dagirker re û diyar kir PDK di roja îro de bi tememî xwe bi Tirkiyê ve girêdaye û daxuyaniya Barzanî jî ji bo armancên dewleta Tirk e.
Kerîmî got; “PDK salên 80’ê li ser xatirê Xamneyî pêşmergeyên Rojhilat têk bir. 97’an kete pêşiya Baasê û anî Hewlêr. Niha jî bi Tirkiyê re Kurdistanê dagir dike.”

Nivîskar, siyasetmedar Elî Kerîmî têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji ANF’ê re axivî.

Kerîmî bal kişand ser rola hikûmeta Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê hikûmet di destê Barzaniyan de ye û got:

“Li Başûrê Kurdistanê hikûmeta Herêmê nîne. Hikûmeta malbata Barzanî heye. Rêveberiya heyî nikare ji derveyî plan û stratejiya Erdogan û AKP’ê tevbigere.”

Kerîmî têkildarî daxuyaniya serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya ku duh dabû û diyar kir daxuyaniya Barzanî ji bo armancên dewleta Tirk û MÎT’a Tirk e.

Elî Kerîmî diyar kir ku malbata Barzanî hez ji gelê Kurd nake, hez ji dagirkerên Kurdistanê dikin û got;

“PDK di roja îro de bi tememî xwe bi Tirkiyê ve girê daye. PDK salên 60’î Şoreşa Îlonê pêşkêşî şahê Îranê kir, salên 80 li ser xatirê Xameneyî pêşmergeyên Rojhilat di bin rêveberiya Dr. Qasimlo de têk bir. 97’an jî kete pêşiya rejîma Baasê û anî Hewlêrê. Niha jî bi Tirkiyê re Kurdistanê dagir dikin.”

Siyasetmedar Elî Kerîmî bang li YNK, Goran, Komele, Yekgirtû kir ku xwe ji hikûmetê bikişînin û nebin şirîkê dizî, talan û xiyaneta PDK’ê.

Back to top button