Misir û Fransa li Deryaya Spî tetbîqatên leşkerî dewam dikin

Misir û Fransa îro di çarçoveya tansiyona li rojhilatê deryaya Spî li gel Tirkiyê de tetbîqatên leşkerî yên hevbeş pêk anîn.

Berdevkê artêşa Misirê Tamir El-Rîfayî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku hêzên deryayî yên Misir û Fransa li deryaya Spî tetbîqatên leşkerî yên hevbeş pêk tînin.

Berdevkê artêşa Misirê da zanîn ku keştiya Misirê ya bi navê “Taba” li gel keştiya Fransa “Janbar” bi van tetbîqatan rabûn û wiha dewam kir;

tetbîqatên leşkerî yên hevbeş bi armanca xurtkirina hevkariya herêmî û navnetewî yên Misir-Fransa û piştgiriya hewldanên pêkanîna ewlehî û aramiyê li deryaya Spî tên kirin.

Li rojhilatê deryaya Spî ji ber lêgerîna li gaz û petrolê, Tirkiyê destwerdana herêma deryayî kiriye û li gel Misir, Yûnanista, Qibris û Fransa di nava aloziyê de ye.

Back to top button