LI TIRKIYÊ REWŞA AWARTE LI SILOPÎ KAL Û PÎR HATIN BINÇAVKIRIN

Zext û Kirinên xirab ên hikumeta faşîst a AKP’ê li ser gel roj ji rojê zêde dibin.

Polîsên desthilatdariya AKP’ê serê sibê li navçeya Silopî sê kesên temen mezin binçav kirin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê serê vê sibê polîsan ser gelek malan de girt.

Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û hemû tiştên wan serûbin kirin.

Piştî lêgerîna malan hat zanîn ku polîsan Besna Sakman a 55 salî ku kurek wê girtî ye, Abdullah Mete yê 66 salî û Abdullah Eren ê 60 salî binçav kirin.

Kesên hatinebi îdaya “Endamên rêxistinê ne” hatine binçavkirin û birine Miduriyeta Polîsan a Silopî.

Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir be.

Leave a Reply

Back to top button