Dagirkeran gundên Qirt Wêran û Kor Hiyok ên Babê topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend saetan gundewarê bajarê Babê bi moşekan topbaran kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’ê ,dewleta Tirk a dagirker ji bargehên xwe yên leşkerî li nêzî gundê Şêx Nasir malên sivîlan ên gundên Qirt Wêran û Kor Hiyok topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, di encama topbaranê de windahiyên canî çênebûn.

Beriya çend rojan jî, dagirkeran zêdehiya 150 top, gundên El-Kawiklî, Qirt Wêran, Kor Hiyok û El-Boxazê topbaran kiribû.

Back to top button