Selahedîn Erdem: Şer wê tenê li Başûr nemîne, wê li hemû Kurdistanê belav bibe

Nivîskarê rojnameya Ozgur Polîtîkayê Selahedîn Erdem di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişande li ser şerê navxweyî ku PDK bi hevkariya dewleta Tirk dixwaze derxîne.
Erdem di nivîsa bi navê “PDK çima dor li Garê digire” ku nivîsandiye de dibêje ku tevgera PDK’ê bi biryara DYE ya nûkirina kompoloya navneteweyî ya li ser PKK’ê di 6’ê Mijdara 2018’an de dest pê kiriye.
Erdem dibêje ger şerekî ku derkev wê bi tenê li wê qadê nemîne û bi lez li hemû Kurdistanê belav bibe.

Selahedîn Erdem di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de bale dikişîne li ser dorpêçkirina Garê ya ji aliyê çekdarên PDK’ê de.

Erdem diyar dike ku niha hêzên PDK û PKK’ê hatine asta ku êdî şer bikin û ev rewş pêşeroja Kurdan a dîrokî eleqedar dike û wiha dibêje;

“Biharê dema ku PDK’ê li Zînî Wertê ya ku li hemberî Qendîlê ye hêzeke leşkerî bi cih kiribû, civaka Kurdan a ku serê xwe bi yekîtiya Kurdan diêşand, ji ber vê gava PDK’ê gelekî şaş mabûn. Rewşenbîr û hunermendên Kurd di serî de gelek beşên civakê nerazîbûn nîşanî vê rewşê dabûn. Niha jî PDK ji bo ku dora gerîlayên PKK’ê bigire, li Çiyayê Garê hêzên leşkerî û çekên giran bi cih dike. Ji ber vê jî civaka Kurdan careke din şaş maye.”

Erdem diyar dike vê tevgera PDK’ê bi biryara DYE ya nûkirina kompoloya navneteweyî ya li ser PKK’ê di 6’ê Mijdara 2018’an de dest pê kir û wiha dewam dike;

“Ev plan li ser xeta ku faşîzma AKP û MHP’ê PKKê tune bike, didome. Li dijî PKK’ê tifaqeke DYE, Tirkiye û PDK’ê heye û piştî bihara 2020’an li dijî PKK’ê êrîşeke bi plan tê kirin. Bi vê êrîşa bi plan re dewleta Tirk dixwaze PKK’ê ji binî ve tune bike, rêveberiya DYE’yê jî dixwaze PKK’ê qels bike. Rêveberiya PDK’ê dikeve wan hesaban ku wê Kurdistan êdî ji wan re bimîne.”

Erdem dibêje êrîşa hevpar û bi plan a di sala 2020’an de bi bûyera Zînî Wertê dest pê kiriye, di meha Hezîranê de bi êrîşa li ser Heftanînê de dewam kiriye, di meha Tebaxê de jî li herêmên Bradost belav bûye û piştî 9’ê Cotmehê bi êrîşa li ser Şengalê re şênber bûye.

Erdem diyar dike ku rêveberiya PDK’ê li dijî PKK’ê tevî dewletên mêtinger û qirker peymanên înkar û îmhayê dike dibêje;

“Çavkaniya sereke ya şerê navxweyî ya li Kurdistanê û astengiya li pêşiya yekîtiya neteweyî jî ev e.”

Erdem diyar dike ku PDK û PKK hatine asta ku şer bikin û şerekî navxweyî li ber destpêkirinê ye û dibêje;

“Ev şer wê bi tenê li wê qadê nemîne û bi lez li hemû Kurdistanê belav bibe. Ji ber vê jî ev rewş ne bi tenê PDK û PKK’ê eleqedar dike. Ew rewş hemû partî û gelê Kurd eleqeder dike.”

Erdem destnîşan dike ku Kurd hemû dixwazin pirsgirêkan bi awayekî aştiyane bi diyalogê çareser bikin û dixwazin yekîtiya neteweyî pêk were.

“Heta diyalog û aştî pêk neyê, wê yekîtiya neteweyî jî pêk neyê. Heta feraset û siyaseta demokratîk pêk neyê, wê diyalog û aştî jî pêk neyê. Ji bo ku siyaseta Kurdan bi rêya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bike, şerê navxweyî ji holê rabe û yekîtiya neteweyî pêk were, feraset û siyaseta demokratîk hewce ye.”

Back to top button