Li Qerebaxê, di şerên dawî de 9 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Dewleta Tirk şandina çeteyên xwe ji bo tevlîbûna şerê li Qerebaxê didomîne û di şerên dawî yên li herêmê de 9 çeteyên dewleta Tirk yên ji Sûriyê şandibûn, hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk beşeke nû ji çeteyan şandin Azerbeycanê da ku tevlî şerê li Qerebaxê bibin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî hejmara çeteyên hatîn şandin 230 ne.

çavdêriyê ragihand ku di şerên dawî yên li Qerebaxê de 9 çeteyên Sûriyê hatin kuştin.

Hêzên Ermenistanê jî herî kêm 3 çeteyên ji Sûriyê girtin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan hejmara çeteyên ku heta niha Tirkiyê şandine şerê Qerebaxê gihaşt 2 hezar û 280 yî, ji wan 240 çete hatine kuştin.

Back to top button