Li Silêmaniyê ciwanan hewldanên PDK’ê bi meşekê şermezar kirin

Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê bi meşekê hewldanên PDK’ê yên li gel hevkariya dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi meşekê nerazîbûn nîşanî helwesta PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker cih digire û hêzan dişînin herêmên gerîla.

Meşa ciwanan ji ber Baxê Giştî destpê kir û heta Kolana Saholeke dom kir. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Gerîla’, ‘Bimre Xiyanet’ û ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ qîr kirin.

Piştî ku meş giha Kolana Saholeke daxuyaniyek hate dayîn.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di van çend salên borî de bi temamî ketiye di bin bandora Îstixbarata Tirk MÎT’ê de.

Dîsa ciwanan anî ziman ku siyaseta wan jî ji aliyê MÎT’ê ve tê destnîşankirin ku ew jî di çarçoveya xizmeta dewleta Tirk û AKP’ê de ye.

Ciwanan got ku PDK li çar parçeyên Kurdistanê dixwaze hêzên Kurdî zeîf bike, her roj bi proje û seneryoyeke nû dixwaze şerê Kurd bi Kurdan bidin kirin.

Ciwanan da xuyakirin ku şerê Kurd bi Kurd bibe ew jî dikeve berjewendiyên dijminên gelê Kurd.

Ciwanan bal kişand ser cezayê darvekirina li ser ciwanên Kurd a ji aliyê PDK’ê ve û ev gotin: “PDK bi fermana dewleta Tirk dixwaze ciwanên Kurd bi darve bikin.”

Di daxuyaniya xwe de ciwanan diyar kir ku ew li pêşiya planên PDK’ê dirawestin û got: “Em ê li dijî her cûre çalakî û karê li dijî berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê bin.”

Back to top button