PARTIYÊN BAŞURÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DAXWAZA YEKÎTIYÊ KIRIN

Partiyên siyasî yên li Herêma Germiyan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başurê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku Yekitiya netewî û yekdengiya nava Kurdan wekî tekane riya ji bo derxistina hêzên biyanî ji ser xaka Kurdistanê bi nav kirin.

Dagirkeriya dewleta a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Rojane welatî û nûnerên partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê nerazîbûnan li hemberî dagirkeriyê tînin ziman.

Vê carê jî Berpirsên partiyên siyasî yên başurê Kurdistanê têkildarî mijarê axivîn.

Berpirsê Malbenda 4 a Germiyan a Yekgirtûy Îslamî Kurdistan Burhan Muzafer axivî û got:

“Em li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne û vê wekî metirsiyek mezin li ser xaka Başûrê Kurdistanê dibînin.

Pêwîste ev hêzên biyanî yên wek Îran û Tirkiye ji xaka Başûrê Kurdistanê werin derxistin.

Ji bo derxistina artêşa Tirk erkê hizbane gel hişyar bikin”.

Berpirsê Komîta Mihelî ya Germiyan a Hizba Şiû ya Kurdistan Cewher Şikur jî got:

“Çareseriya herî baş ji bo derxistina artêşa Tirk, avakirina yekitiya netewî û yekdengiya nava Kurdane.

Divê tu behaneyek a van hêzan li ser xaka Kurdistanê nemîne.

Berpirsê Komîta Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan a navçeya Kelar Goran Rehîm jî wiha got:

“Cihê xemgîniyê ye ku hinek ji hizb û rêxistinên siyasî yên Herêma Kurdistan rejîma dagirker a Tirk wekî dagirker nabînin

Leave a Reply

Back to top button