133 rewên nû li Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê a herêmê ragihand ku di 24 seatên dawî de, 133 kes bi vîrûsê ketin û 12 kes jî ji Coronayê baş bûnê.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî îro ragihand ku di 24 seatên dawî de, 133 kes bi vîrûsê ketin û 2 kes jî jiyana xwe ji dest da.
Desteyê her wiha eşkere kir ku 12 kesên din ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên nû re, li herêmê heta niha jimara pêketeiyan gihişt 4 hezar û 978, ji wan 132 kes jiyana xwe ji dest daye û 756 jî baş bûne.

Jixwe, li seranserî cîhanê jî rêjiya belavbûna vîrûsê zêde bûye û heta niha jimara pêketeiyan 45 milyon derbas kiriye.

Back to top button