Li Netherlands 2 kesên biguman hatin girtin

Piştî bûyerên êrîşên tundrew li Fransa û Viyanayê, Ewropa tedbîran digire. Duh li Nethrlandsê 2 kesên bi guman hatin girtin û Italyayê jî 50 penaberên Tûnisî vegerandin welatê wan. Li gorî danyan, milyarek çek tên bikaranîn, ji wan ji sedî 85 di destê sivîlan de ne.

Li Ewropayê tevgera tundrewan ji bo têkbirina aramî û ewlehiya tevahî cîhanê zêde bûne.

Piştî gelek êrîşên li dijî Fransa û Austryayê, welatên Ewropayê ji bo her tevgereke bi-guman tedbîran digerin.

Li Nethrlandsê duh 2 kesên gef li stasyona trênê li Utrecht (Utrêxt) xwarin, hatin girtin.

Polîsan da zanîn ku piştî bizaveke bi-guman di hindirê trênê de, tevgera tirênan li stasyona Utrecht hat sekinandin û valakirin û ev herdu kesên bi guman hatin girtin.

Li Parîs paytexta Fransayê, çekdarekî ku kêreke rakirbû, hat girtin.

Berdevkê polîsa Fransayê diyar kir ku ev çekdar gava bi kêra xwe li herêma Bear Lachaise (Bîr Laşêz) digeriya, hat girtin.

Polîsan li ser agahiya welatiyan, herêm dorpêç kir û zilamê çekdar li Otêlekê zeft kirin.

Ev bûyer piştî, êrîşa li dijî bajarê Nice (Nîs) û birîndarkirna keşeyekî li bajarê Liyon pêk hat.

Îtalyayê 50 penaberên Tûnisî vegerandin Tûnisê

Ev êrîşên tundrew hişt ku weletên derve bikevin nava şiyarî û tirsê.

Çavkaniyek ewlehî ya Tûnisê diyar kir ku desthilata Îtalya jimareke penaberên Tûnisî vegerand welatê wan.

Duh 2 balafirên ku tê de 50 penaberên Tûnisî yên nerewa hebûn, li balafirxaneya El-Nefîda – Hemamat a Tûnisê peya bûn.

Lêkolînên Bilind a Navnetewî û Pêşveçûnê: Ji sedî 85 çek di destê sivîlan de ye

Hate ragihandin ku li gelemperiya cîhanê herî kêm milyarek çek tên bikaranîn. Ji sedî 85 çek jî, di destê sivîlan de ne.

Ev dane jî li gorî projeya lêkolînê ya bi navê Small Arms Survey (Smol Arms Survî) ne, ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Bilind a Navneteweyî û Pêşveçûnê ve hatine amadekirin.

Her sal ji ber çekê, herî kêm 500 hezar mirov jiyana xwe ji dest didin.

Li gorî raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, piraniya van mirovan di şer de yan jî li herêmên şer dimirin.

Back to top button