Têkildarî girtina ciwan û karkerên Wargeha Mexmûrê, Endama Peywendiya Karê Derve ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan got; “Hemwelatiyên me bi qasî mehekê ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin û heya niha ne malbat û ne jî parêzer dikarin agahî ji wan bigirin, em banga berdana kesên girtî dikin”.
Endama Peywendiya Karê Derve ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan, der barê pêvajoya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û polîtîkayên li hemberî Mexmûr tê meşandin de, axivî.
Leyla di serî de bal kişand ser planên hêzên hegemonîk ên li ser Rojhilata Navîn.
Endama Peywendiya Karê Derve ya Mexmûrê dibêje:
Li Mexmûrê 27 sal in têkoşînek heye û tu carî niştecihên wargehê ji daxwaza azadî û demokrasiyê bi paş ve gav neavêtine.
Leyla, konsepta şer a bê pîvan li hemberî penaberan pêk tê, wiha şîrove kir:
Leyla Arzu Îlhan: Bi seneryoyên cuda rastiya heyî vedişêrin
Endama Peywendiya Karê Derve ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan, destnîşan kir ku PDK niha bi senaryoyan dixwaze rastiya heyî veşere.
Ev salek û 4 meh in ku PDK’ê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) doropêç kiriye.
Li hemberî herêmê polîtîkayekê giştî yê şer tên pêşxistin, bi taybetî jî li hemberî Şengal û Mexmûrê.
Li gel dorpêçê, li Hewlêrê zêdeyî 20 karker û xwendekar ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hatine girtin û heta niha agahî ji gelekan nayê girtin.