Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên piştî erdheja Izmîrê bi dawî bûn. 114 kes mirin û hezar û 35 kes birîndar bûn.
Ev xebat di roja 5’an de qediyan û di erdhejê de, bi giştî 114 kesan jiyana xwe ji dest da, hezar û 35 kes birîndar bûn, ji wan 137 kes heta niha jî tên dermankirin.
Şevê din dereng, piştî ku ji bin kavilan termek hat derxistin, xebatên lêgerîn û xelaskirinê qediyan, lê heta niha kavil tên rakirin.
Li Izmîrê di 30’ê Cotmehê de, erdhejek bi hêza 6.6 pêl pêk hat û li pey xwe ziyanên mezin hişt.