Sererastkirina pira Keşkeş a li Şedadê di qonaxa dawiyê de ye

Şaredariya Gel a Mergede û Şedadê, xebatên sererastkirina pira Keşkeş Cebor hema hema bi dawî dike.

Şaredariyê diyar kir ku xebata li ser pirê berdewam e û heta niha bi rêjeya 85 ji sedî bi dawî bûye.

Hevserokê Şaredariya Gel a Şedadê Mihemed Salih, da zanîn ku sererastkirin wê di nava 2 heftiyan de, were bidawîkirin

Li aliyekî din jî, şaredariyê çêkirina embarên gundê Milîhan ê bajarokê Til Şayir ên li ser rêya Şedad û Deşîşayê jî bi dawî kir.

Back to top button