PDKê hêzeke taybet a bi navê Hêza Mekteba Serok li gundewarên Dihokê bi cih kir.
Ev nêzî hefteyek e hêzeke taybet a Asayîşê û hêzeke bi navê Mekteba Serok a PDK’ê li gundê Serêşme heya gundê Berzan ê Dihokê hatine bicihkirin.
Her wiha çekên giran ên wekî doçka, BKC, gelek çekên din ên giran û wesayîtên leşkerî yên zirxî li herêmên navborî hatine bicihkirin.
Ev hêzên PDK’ê di têketina gundan de nuqteyên kontrolê danîne û nasnameyên gundiyan kontrol dikin.
Gundî bêyî kontrola nasnameyê nikarin biçin û bên û êvarê derketina derve hatiye qedexekirin.
Balkêş e, bi şandina hêzeke taybet a bi ser serokatiya PDK’ê ji bo herêmên Biradost û Barzanê, nîşaneya amadekariyên şerê ji Behdînan heya Biradost û Zînê Wertê ye.