Ehmed Xelîl: PDK’ê wê bi kirinên xwe bobelatê ji gelê Kurd re bîne

Li dijî hewldanên PDK’ê yên derxistina şerê navxeweyî siysetmedar û Kurdên Rojava bertekên xwe nîşan dan û bang li PDK’ê kir ku ji lêdana dahola şer bi dûr keve û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebite.

PDK’ê şerê li dijî PKK ragihand û destpêkirina şerê navxweyî di navbera Kurdan de, da.

Çavdêr dibînin ku eger ev yek pêk hat, dê gefan li pêşeroja gelê Kurd bixwe.

Li gel van daxuyaniyan, tevgerên meydanî û xurtkirina cihên hêzên PDK’ê li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên.

Têkildarî mijarê, siyasetmendarê Kurd Ehmed Xelîl diyar kir ku wê PDK bi kirinên xwe bobelatan ji gelê Kurd re bîne û tu sûda aliyekî Kurd di vî şerî de tune ye, tenê dewleta Tirk wê sûd werbigire.

Xelîl destnîşan kir ku eger PDK’ê şerê PKK’ê bike, wê destkeftiyên şoreşên Başûr û Rojavayê Kurdistanê wenda bibin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê:  Divê PDK‘ê ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebite

Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê jî nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Mesûd Barzanî da û gotin:

“Divê PDK ji lêdana dahola şer bi dûr keve û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebite.”

Back to top button