Li başûrê Idlibê, di encama êrîşên hêzên hikumetê Şamê de, 4 sivîl hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi mûşekan êrîşî bajarê Erîhayê kir û di encamê de, 4 sivîl ku di nav wan de zarokek hebû, hatin kuştin.
Çavdêriyê her wiha diyar kir ku duh di êrîşeke çeteyên dewleta Tirk, li ser gundê Mûxis li başûrê Idlibê de, 2 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, duh di navbera bajarokên Tedîl û Kefer Te’al li Rojavayê gundewarê Helebê, ji ber êrîşên hêzên hikumetê, sivîlek birîndar bû.