Heta niha Biden li pêş e, Trump jî behsa serkeftinê dike

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên DYA’yê, Biden di pêşbirka serokartiyê de heya niha li pêş e..

Piştî dengdayîn bi dawî bûn û dest bi hejmartina dengan hate kirin, heta şevê din namzetê Demokratan Joe Biden bi cudahiyeke mezin li pêş bû.

Lê bi demê re ev yek kêm bû, serkeftina Trump di wîlayeta Florida de, ji bo çavdêran û şirovekaran suprîzek bû.

Biden heta niha 238 deng, Trump jî 213 deng bi dest xistine.

Li gorî dezgehên çapemeniyê, wîlayetên  Wisconsin, Michigan û Pennsylvania niha encamên dengdayînê eşkere nakin.

Tê payîn, heta demeke dereng encam werin eşkerekirin.

Trump ji Koşka Spî daxuyaniyek da û ragihand ku tîma wî amadekariya serkeftinê dike.

Biden jî ji wîlayeta Delaware piştrast kir ku hindik maye ew bi ser bikeve.

Back to top button