CIWANÊN ROJHILATA NAVÎN WÊ BEŞDARÎ KONFERASÊ BIBIN

2. Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wê sibe bi tevlêbûna şandeyên ji welatên Rojhilata Navîn û piraniya dewletên erebî dest pê bike.

Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê bi silogana ‘Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve’ li dar bikeve.

Endama Komîteya Amadekar Êva Îsa li ser lidarxistina konfransê wiha got:

Ciwanên Şoreşger ji tevahiya welatên Rojhilata Navîn wekî Tevgera Ciwanên Filistînê, Ciwanên Tunisê,

Tevgera Xwendekarên Lubnanê, Ciwanên Iraqê, Ciwanên Lîbyayê û Tevgera Ciwanên Ermen hatine vexwendin.

Mijara jin û destavêtina li ser wê li tevahiya Rojhilata Navîn wê bibe mijara sereke ya konferansê.

Tê payîn ku ciwan plansaziyên çalak ji bo rawestandina aloziyên Rojhilata Navîn deynin.

HIKÛMETA BAŞÛR BIXWAZE YAN NEXWAZE, EM Ê KONFERANSA XWE LI DAR BIXIN

Ji herêma Başûrê Kurdistanê jî doh 30 endaman xwestin derbasî Rojava bibin da ku beşdarî konferansê bibin.

Lê belê li ber Deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê hikûmeta Başûr ve hatin astengkirin.

Leave a Reply

Back to top button