Dewleta Tirk bi destê faşîstên ‘Gurên Boz’ êrîşên tundrew pêk tîne

Dewleta Tirk bi her awayî dixwaze nijadperestî û tundrewiyê li cîhanê belav bike. Li bajarokê Dîsîns Şarbyo yê Fransayê li ser peykerekî komkujiya Ermenan gotina “RTE” ya ku Erdogan û “Gurên Boz” nîşan dide, hat nivîsandin.
Bi behaneya şerê di bavbera Ermenistan û Azerbeycanê de, nijadperestên Tirk li kolanên hin bajarên Fransayê li Ermenan digeriyan, da ku êrîşî wan bikin.

Dewleta Tirk şaxên xwe yên teror û nijadperestiyê berdane gelek welatên cîhanê.

Li welatên Erebî, Afrîkî û gelek dewletên Ewropayê jî, tundrew, nijadperest û çeteyan ji bo pêkanîna ajindeyên xwe bi kar tîne.

Roja Duşemê li bajarokê Dîsîns Şarbyo yê nêzî bajarê Liyon ê Fransayê, peykerekî bibîranînê yê komkujiya Ermenan rastî boyaxkirinê hat.

Li ser peykerê bibîranînê, bi rengê zer û tîpên mezin gotina “RTE” ya ku Erdogan û Gurên Boz nîşan dide, hate nivîsandin.

Komeleyeke Ermenî li Fransayê, hêrsa xwe ji vê kirina dijminane anî zimên.

Komîteya Parastina Doza Ermenî jî bi daxuyaniyekê got:

“Ev kirin, yek ji rêzebûyeran e ku armanca wê; tirsandina welatiyên Fransî yên Ermen e.”

Ev ne bûyera yekem e, şeva Çarşemê jî li heman bajarokî, polîsên Fransî nehişt ku ciwanên Tirk digel ciwan Ermen pev biçin.

Bi behaneya şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, zêdeyî 200 ciwanên Tirk li kolanên bajarê Vienne yê herêma Iezer paşê li bajarê Dîsîn ê herêma Ron ên Fransayê, li Ermenan digeriyan, da ku wan ceza bikin.

Polîsan jî hewl da ku rewşê kontrol bikin, lê Tirkan agir li wan barandin.

Di encamê de, 4 kes birîndar bûn.

Wezîrê Hundir ê Fransayê Gérald Darmanin piştî vê bûyerê, ragihand ku hikûmeta Fransî dê Tevgera “Gurên Boz” a netewperest a Tirkî ku li rexê Erdogan e, ji holê rake.

Ji ber ku tiliyên tawanê ber bi vê tevgerê ve hatine nîşandan.

Tevgera “Gurên Boz” di salên 60’î de hatiye avakirin.

Ev tevger, di nava komên faşîst ên nijadperest de hatiye senifandin.

Tevgera Gurên Boz, gelek operasyonên terorîstî kirine, nemaze salên 90’î digel artêş Tirk şerê PKK’ê kiriye.

Back to top button