Dayikên Gerîla: Her gelek bi çand û zimanê xwe dikare hebûna xwe biparêze

Dayikên Gêrîla yên navçeya Til Temir, Dêrik û Qamişlo daxwazên ENKS’ê yên ji bo rakirina Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Dayîkan gotin “ENKS dibêje bila perwerde bi zimanê Kurdî nebe, lê her gelek bi çand û zimanê xwe dikare hebûna xwe biparêze.”

Îro, bi dehan ji Dayikên Gêrîla ên navçeya Til Temir, bajarokê Dêrik û bajarê Qamilo, daxwazên ENKS’ê yên ji bo rakirina Zimanê Kurdî ya ji sîstema Rêveberiya Xweser û perwerdeyê, daxuyaniyek li Saziya Malbatên Şehîdan dan.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hîba Neşwan ve hate xwendin, bi dehan dayîkên Gêrîla amade bûn.

Dayikan da zanin ku di dîrokê de Gelê Kurd ji bo parastina Zimanê Kurdî berdelên giranbûha dane û got;

“Her gelek çand û zimanê wî nebe hebûna wî tune ye. Tevî hemû zordariyên ku hatine meşandin, di dîrokê de û bi taybet di Şoreşa Rojava de, Gelê Kurd dest ji zimanê xwe berneda.”

Dayikên gêrîla gelê Kurd xwest ku xwedî li zimanê xwe derkevin û li dijî van leyîstokan derkevin wiha bi dawî kir:

Wekî gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo em bibin xwedî nasname, û xwedî li çand û zimanê xwe derkevin û hişmendiya netewa demokratîk belav bikin divê em têdikoşin. Lê mixabin ENKS dibêje bila Zimanê Kurdî ne fermî be, ev gotina wan tê wateya şerê rûmetê.

Em weke Dayikên Gêrîla daxuyaniya ENKS’ê daye, şermezar dikin û banga Gelê Kurd dikin ku li hember vê rewşê şiyar bibin û serî hildin. Ji ber zimanê me hebûn, azadî û rûmeta me ye.”

Back to top button