HPG: Li Heftenînê dagirkerek hate kuştin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de leşkerekî dewleta tirk a dagirker hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî parve kir.

2’yê Mijdarê gerîlayan li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li Girê Suîkastê li dijî dagirkeran çalakiyek sekvaniyê pêk anîn û leşkerek hate kuştin.

3 Mijdarê artêşa tirk a dagirker bi balefirên şer qada Çemço ya herêma Zapê, Karker a herêma Zapê, herêma Xakurkê qada Kolit û herêma Avaşînê qada Aris Faris bombekir.

HPG’ê ragihand ku di van êrîşan de tiştek bi hêzên wan ne hatiye.

Back to top button