Ragihandina PDK’ê bi nûçeyên derew bingeha êrîşan amade dike

PDK a ku demeke li ser daxwaza dewleta Tirk li dijî gerîla amadekariya şer dike, bi nûçe û propagandayên derew bingeha êrîşan amade dikin.
Dezgehên ragihandinê yên PDK’ê îro îdia kirin ku PKK’ê êrîşî pêşmergeyan kiriye, lê Wezareta Pêşmerge ev îdia derewand û got, mayîn bi pêşmergeyan de teqiyaye.

PDK li ser daxwaza dewleta Tirk ya dagirker ji 25’ê Cormehê ve li dijî gerîlayên PKK’ê amadekariya şer dike.

Di vê çarçoveyê de ji ber pêşmergeyan nexwestin bikevin nava hewldaneke bi rengî, hêzên çekdar yên bi navê Gulan û Roj yên ku tên gotin bi hevkariya MÎT a Tirk hatine avakirin, tevî çekên giran şandin herêma Garê.

Ji raya giştî ya Kurdistanê jî roj bi roj hêrsa li dijî van hewldanan PDK’ê ya derxistina şerê navxweyî zêde dibe.

Ragihandina PDK’ê jî bi heman ziman û propangadaya ragihandina dewleta Tirk bi nûçeyên derew hewl dide bingehê ji êrîşên li dijî gerîla re amade bike.

Îro dezgehên ragihandinê yên PDK’ê bi nûçeyên derew îdia kirin ku gerîlayên PKK’ê li sînorê navçeya Amêdiyê ya ser bi Duhokê, êrîşî peşmergeyan kirine û hejmareke peşmerge birîndar bûne.

Lê di demeke kurt de ev derew di destên wan de teqiya.

Têkildarî mijarê Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek da û diyar kir ti êrîşên gerîla çênebûne. Wezaratê da zanîn di encama teqîna mayînekê de 3 pêşmerge birîndar bûne.

Back to top button