BERXWEDANA LEYLA GUVEN KET ROJA 104’AN

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan dewam dike.

Leyla Guven ev 104 roj in tevî hemû zehmetiyan jî bi îradeyeke xurt li ber xwe dide û çalakiya xwe dewam dike.

Tevî Leyla Guven girtiyên di greva birçîbûnê de jî di pêkanîna armanca çalakiyên xwe de bi israr in.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 104’emîn de ye.

Guven ji ber çalakiya xwe her roj rastî gelek pirsgirêkên tenduristiyê tê , lê tevî wê jî di dewama çalakiya xwe de bi biryar e.

Heta niha Leyla Guven gelek kîlo li xwe kêm kirine û nexweşiyên nû lê der bûne.

Guven, dîsa diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê wê çalakiya xwe berdewam bike.

Li rex çalakiya Leyla Guven çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî bi biryardarî dewam dike.

Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

GIRTIYÊN DI GREVÊ DE: DIVÊ EM DI VÊ PÊVAJOYA DÎROKÎ DE CIH BIGIRIN

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan a greva birçîbûnê dewam bike

Girtiyan gotin:

Divê gelê me êdî dev ji vê bêdengiyê berde û bedêlên ku di vê rêyê de hatine dayîn , ji bîr nekin.

Her wiha Malbatên girtiyên di grevê de ne xwestin daxwaza girtiyan demildest bê qebûlkirin û wiha gotin:

Her roja ku biçe em kêm nabin.

Leave a Reply

Back to top button