Li Dêrikê cenazeyên 4 şehîdan hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê cenazeyên 4 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên ku di cihên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

piştî wergirtina cenazeyên şehîdan Sîrac Elî, Mihemed Wehîd Cebir, Mesûd Taşkin (Demhat Sêrtî), Mistefa Elî (Şiyar) ji pêşiya nexweşxaneya Dêrikê berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê, Hêzên Asayîşê yên Dêrikê û malbatên şehîdan axeftin hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Piştre nasnameyên şehîdan  hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştre girseya gel, cenazeyên her çar şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan, veşartin.

Back to top button