Rewşenbîrên Rojava: Ji bilî dijmin, tu aliyekî Kurd di şer de bi ser nakeve

Rewşenîrên Rojavayê Kurdistanê helwesta xwe li hemberî hewldanên derxistina şerê navxweyî di nava Kurdan de nîşan da û ragihand ku, eger şerek çêbibe, tu alî ji bilî dijminê gelê Kurd, bi ser nakeve

Sê yekîtiyên rewşenbîran, Nivîskarên Kurd li Sûriyê, Rewşenbîrên herêma Cizîrê û HRRK, bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir ku, Kurdan gelek deskeftî bi dest xistine û di wextekê de dijmin gefa tunekirina Kurdan dixwe, nakokiyan jî di nava aliyên Kurdî de derdixîne.

Li gorî hersê yekîtiyan, ev nakokî ji ber berjwendiyên partîtî û kesayetî derdikevin û ew nikarin bi bêdengî temaşeyî vê rewşê bikin û tu bihane ji bo windakirina destkeftiyên Kurdan, nayên qebûlkirin.

Hersê yekîtiyan her wiha banga diyalog, lihevkirin û dijberiya birakujiyê kirin.

Back to top button