KJK: PDK’ê zextê li civakê dike û hewl dide wê bêdeng bike

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku heqaretên ku PDK’ê li tevgera wan dike, bêguman ne tenê li dijî wan e, belê li dijî tevahî jinên Kurd û jinên di nava PDK’ê de ye. KJK’ê got: ”PDK a ku ev demek e li ser daxwaza dewleta Tirk li dijî gerîla amadekariya şer dike, bi nûçe û propagandayên derew bingeha êrîşan amade dike”.

PDK li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker ji 25’ê Cormehê ve li dijî gerîlayên PKK’ê amadekariya şer dike û ji bo vê zemînekê ji şer re jî bide avakirin, nûçeyên derew radigihîne..

Têkildarî mijarê, Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek da û got:

“Jinên Kurd ku bi dehan sal in li dijî hişmendiya baviksalarî û zayendîperest têdikoşin, bêguman wê bersivê bidin zimandirêjî, heqaret û bêhurmetiya PDK’ê ya li dijî tevgera jinê.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê, hem li nava civaka Kurd hem jî li nava tevgerên demokrasiyê û gelan ên li çar aliyên cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê û bi baldarî tê şopandin.

KJK’ê her wiha diyar kir ku di dema dawî de PDK’ê û komên bi ser wê ve, êrîşî vê xetê dikin, bi taybetî êrîşî pergala hevserokatiyê dikin.

KJK’ê da anî ziman ku PDK’ê niha zimandirêjiyê li xeta azadiyê ya jinê û pêşengiya wê dike û bi polîtîkaya zextê hewl dide civakê bêdeng bike.

Koordînasyona KJK’ê got:

Helwesta hevpar ji her demê bêhtir pêwîsttir e.

Eger îro jinên li çar parçeyên Kurdistanê hevkariyê bikin, helwesteke hevpar nîşan bidin, hingî em ê hesabên qirêj ên li dijî gelê xwe têk bibin.

Bi têgihiştina ‘sibe wê dereng be’ em li dijî şer helwestê nîşan bidin û bibin yek.

Back to top button