Ebîr Hesaf: Divê PDK hêzan neşîne qadên gerîla

​​​​​​​Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf daxwaz PDK’ê kir ku hêzn xwe neşîne qadên gêrîla û bang li aliyan kir ku dest bi diyalogê bikin, yekitiyê pêk bînin û xeta parastina çar parçeyên Kurdistanê ava bikin.

Ev demek e ji ber PDK’ê hêzan ber bi qadên gêrîla ve dişîne, destê Kurdan li ser dilê wan e.

PDK dixwaze bi hin arandinan, şerekî navxweyî derxîne.

Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf der barê mijarê de ji ajansa nûçeyan Hawarê re axivî.

Ebîr şandina hêzan ji bo qadên gêrîla, wek gaveke li dijî berjewendiyê gelê Kurd pênase kir.

Ebîr got:

“Komkirina PDK’ê hêzên xwe li herêmên gêrîla, tê wateya rûdana şerekî.

Ev şer bi destê dijminên gelê Kurd pêk tê û hewl didin doza Kurdî tune bikin.”

Ebîr da zanîn ku planin ji bo parçekirina axa Kurdistanê hene û bang li aliyên Kurdî kir li dijî vê planê xeta parastina çar parçeyên Kurdistanê ava bikin.

Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf her wiha bang kir jî, ku divê partiyên Kurdan hewl bidin yekîtî pêk were û nakokiyan bi diyalogê çareser bikin.

Back to top button