
Dewleta Tirk a faşîst bi rêya çete, nijadperest, terorîst û tundrewan; tevliheviyan li ser asta cîhanê dike. Herî dawî bi destê tevgera Gurên Boz a terorîst, êrîşî rewenda Ermen a li Fransayê kiribû. Ji ber vê yekê hikûmeta Fransî biryara jihevxistin û qedexekirina vê tevgerê da.
Fransa dengê gurên dewleta Tirk ji guhê gelê xwe derdixîne…
Dewleta Tirk bi gelek rê û rêbazan, êrîşan li gelek welatên cîhanê pêk tîne.
Li Fransayê jî bi rêya “Gurên Boz” nijadperestiya li dijî Ermenan nîşan dide.
Roja Duşemê endamên Tevgerê li bajarokê Décines-Charpieu (Dîsîns Şarbyo) li ser bîrdariyeke komkujiya Ermenan bi rengê zer û tîpên mezin kurtenivîsa “RTE” ku tîpên destpêkê yên navê Erdogan nîşan dide, nivîsandibû.
Bi behaneya şerê Ermenistan û Azerbeycanê jî, zêdeyî 200 ciwanên Tirk ên nijadperest li kolanên hin bajarê Fransayê li Ermenan digeriyan, da ku wan ceza bikin.
Ji ber vê û rûdana bûyerên kuştin û serjêkirinê jî, Fransa xwest tevgera van guran tune bike..
Hikumeta Fransî duh bi fermî rêxistina “Gurên Boz” a netewperest xiste nav lîsteya rêxistinên qedexekirî.
Di vê derbarê de, Wezîrê Karên Hundir Gérald Darmanin li ser hesabê xwe yê Tiwîterê daxuyaniyek da û got:
“Bi fermana Serokkomar Emmanuel Macron, Tevgera “Gurên Boz” li Fransayê hat qedexekirin.”
Gérald Darmanin ev tevger bi gurkirina nijadperestî û kirinên tundrew tewanbar kir.
Tevgera “Gurên Boz” di salên 60’î de hatiye avakirin û di nava komên faşîst ên nijadperest de hatiye naskirin.
Gurên Boz, gelek operasyonên terorîst digel artêşa Tirk kirine û bi hezaran sivîl jî bûne qurbanên êrîşên wan.