Li parêzgeha Diyala ya Iraqê, 2 teqîn pêk hatin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
Li navçeya Beaqûbeyê ya parêzgeha Diyalayê, mayînek teqiya.
Di encamê de, jinek hat kuştin û ajokarek û jineke din birîndar bûn.
Her wiha mayineke din bi hêzên ewlehiyê li cihê teqîna yekemîn teqiya û 3 polîs birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, birîndar niha li nexweşxaneyekê têne dermankirin.