
Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku HDP bi kuştin, girtin û êşkenceyê ve têk naçe.
Der barê êrîşên li ser HDP’ê de, parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî û anî ziman ku 5 sal in bloka AKP û MHP’ê dixwaze mûxalefeta civakî tune bike.
Temellî diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve, 11 parlementer û nêzî 22 hezar endam, rêveber, şaredarên HDP’ê hatine binçavkirin û ji wan 10 hezar hatine girtin.
Temellî bang li partiyên siyasî kir ku li dijî faşîzma li hember HDP’ê, bêdeng nemînin û got:
“Desthilatdarî îro êşkenceyê rewa dike û mûxalefet jî bêdeng dimîne, feraseta faşîst ji ber vê yekê, Kurdan ji helîkopterê diavêje.”