Kamerûn..Li 4 dibistanan êrîş pêk hatin û 16 kes hatin revandin

Hikumeta Kamerûnê ragihand ku li herêma Kumbo du rojên dawî li 4 dibistanan êrîş hebûn. 6 mamoste û 10 xwendekar hatin revandin.

Berdevkê hikumetê Rene Emmanuel Sadi bi daxuyaniyekê ragihand, Çarşemê li dibistaneke Kumbo, êrîşkaran 6 mamoste û 10 xwendekar revandin.

Di encama çalakiyeke malbatên xwendekaran de, xwendekar hatin berdan, lê mamoste hîn di destê koma çekdar de ne.

Li gorî mamosteyekî ku di dema êrîşê de li herêmê bû; êrîşkaran ji mamoste û xwendekaran xwestine xwe tazî bikin û wêneyên wan kişandine. Piştre daxwaza şewitandina refên dibistanê kir.

Sêşemê jî li paytexta herêma bakur rojava Bamendayê 4 êrîşkaran êrîş biribûn ser dibistanekê û 24’ê Cotmehê de jî 7 xwendekar hatibûn kuştin.

Back to top button