HPG: Li Colemêrgê 3 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li Heftenîn û Colemêrgê li leşkerên artêşa tirk a dagirker dan û herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de 4’ê mijdarê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakî pêkanîne.

HPG’ê diyarkir ku 4’ê Mijdarê gerîla li qada Şehîd Kendal a herêma Heftenînê ji du baskan ve li dijî dagirkeran ên li Girê Mele Yehya ya Koxê bi cih bûbûn çalakî kirin.

HPG’ê diyar kir di vê çalakiyê de derbên giran li artêşa dagirker hatiye xistin lê jimara kuştiyan nehatiye zelalkirin.

HPG’ê diyar kir gerîla li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî li dijî leşkerên ku li Girê Şehdî Rêber bi cih bibûn çalakî pêkanî.

Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatine kuştin û kozikeke dagirkeran hatiye rûxandin.

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 4’ê Mijdarê herêma Garê, Avaşînê bombebaran kiriye. Lê tiştek hêzên wan nehatiye.

Back to top button